’aşiqan diłyan be da’îm piř xeyał û piř melal

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  785 views
’aşiqan diłyan be da’îm piř xeyał û piř melal
boye řoj û şew deken beḧsî cemał û zulf û xał
’aşiq û ’aqił egerçî řeng û sûretyan yeke
heryekî tamêkî têdaye turinc û puřteqał
’aşiqan nałan û bê sebir û qerar û giftugo
’aqłan diłşad û xuřřem, nuktedan û xoş meqał
’aşiqan mecnûnî dûrî leyl û bîmar û ze’îf
’aqłan saẍ û selîm û şad û mestî xet û xał
’aşiqan perwane’asa serf eken can û wicûd
’aqłan sabîrPen name gelê koşiş eken bo cem’î mał