merḧeba aramî gyan û řoşnayî çawekem

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  503 views
merḧeba aramî gyan û řoşnayî çawekem
şoxî kew řeftarekem ’eyyar û ahû çawekem
ey biro şimşêr û lêw mercan û perçem xawekem
qed nemamî ’eř’eř û řûmet tirê kajawekem
dulberey gułřengekem ten nazk û dił sengekem
nazenîn û şengekem, mest û xudapêdawekem
yaxuda zû bêtewe řoḧî řewan û nûrî çaw
ye’nî kew řeftarekem, dił nazk û torawekem
mestekey mey noşekem, serbest û meşreb xoşekem
can û ’eqił û hoşekem mestûr û řû poşrawekem
guftugo şîrînekey mayey ḧeyat û jînekem
cwên û buẍiz û qînekey çay û ciẍare û qawekem
hatin û derkewtinî dirmanî derd û zamekem
xakî řêgey surmeye bo nûrî herdû çawekem
ta be key çawim beser şařêwe bê heyhat hat
agirî nekujaweye kurey diłî sûtawekem
yûsfî mîsrî temaşayê ke ḧałî sabîrîPen name
pîre dił sûtawekey ken’anim û bê çawekem