ke nûrî tel’etî yarim le tûrî dił biřa çî bikem

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  517 views
ke nûrî tel’etî yarim le tûrî dił biřa çî bikem?
tenûrî mîḧnetî dûrî le sînem hełgiřa çî bikem?
ewa çû bo sefer leyla becêmawim lebin keyla
diłey mecnûn be waweyla be dûya hełxiřa çî bikem?
hetakû taqetim mabû hemû ẍem nan û hełwa bû
ke xaney sebrekem sûta ke perdey dił diřa çî bikem?
be emrî ḧeq qełem bo ême her derd û ẍemî nûsî
eger şîwen nekem sebir û qerarim lê biřa çî bikem?
qełem řojî ezel bo ême her derd û ẍemî nûsî
hemû řoj ger nenałênim le naw xak û quřa çî bikem?
be zincîrî melamet naşkê quwey cinûnî min
le dunyada be bednawî ke min zengim ziřa çî bikem?
le baẍî ’umrî xom û ḧusnî to bê behre bim takey?
le ber dergahî to her dabnîşim lem quřa çî bikem?
be bergî tazewe herkes ebînim mest û mesrûre
hemîşe qani’ û sabîrPen name le twêy bergî şiřa çî bikem?