kiławî ser diřawî xom be tacî padşa nadem

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  498 views
kiławî ser diřawî xom be tacî padşa nadem
kelawey dûkeławî xom be qesir û gencî şa nadem
piławî ser be kişmîşî feqîrî ye’nî asayş
xuda bîda lemewla řû be tirşî û şorba nadem
ke lawî xom be destî xoy guławim lê bipřijênê
îtir ḧaşa we kella des le dawênî seba nadem
be xwênî cîfe bergî zahîdî alûde kem şêtim
be tewfîqî xuda dînim be dû nan û ’eba nadem
kilîlî sabîrîPen name qapî hemû meqsûdê hełdegrê
bîḧemdîlla be des girtûme řencî xom be ba nadem