sofî debê lewḧî diłî sade û sipî bê şubhî bet

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  1013 views
sofî debê lewḧî diłî sade û sipî bê şubhî bet
ewsa řimûzî mesḧefî řûy yarî tefsîr ka be xet
ey muste’îd, dersî le ’îlmî ’eşq eger teḧsîl ekey
yekser ’ilûm û defterî esna’eşer dawîte şet
bo dersî dîn nakeyte ber, ey cênşînî pêẍember?
birsîte wek cu’ albiqirArabic her nan exeyte naw sebet
to baẍizArabicy murşîd mebe ’eybe legełyan zîd mebe
ta ḧubbî derwêşt heye řêgey xuda nakey ẍełet
çak peyřewî ’alim dekey her katîbî załim dekey
her çaweřêy çalim dekey lêdey be guftarî seqet
’eqiłit le neḧwa serf ekey, ḧîfzî kelam û ḧerf ekey
bê! dersî ’eşqit pê biłêm ’îlmêke bê ḧerf û nuqet
ta to xerîkî ẍeybetî bê î’tîbar û heybetî
ger talîbî asayşî xamoş û sabîrPen name be feqet