ey tebîb ey meḧremî řaz û mesîḧ asa nefes

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  483 views
ey tebîb ey meḧremî řaz û mesîḧ asa nefes
to were seyrî ke, îḧsane, ’îlacim çû le des
gułşenî ḧusinit biparêze le ahî payzim
mumkîne fesłî zimistan xoşe şem’ û şewçeres
to ke sułtanî bipirse ḧałî mezłûman çîye?
wa ke westawin le dewrit muşteka û multemes
ey to luqmanî ḧekîm û min nexoş û bê hews
bo xuda çarit nekirdim wa ’îlacim çû le des
řojî şînim dêye ser qebirim eřêjî eşkî sûr
fa’îdey çî kêlî qebirim teř bikey ya xar û xes
bulbulî dił bo temaşayêkî baẍî řût ewa
new’e kirdarê eka her wexte bişkênê qefes
destî ahim ta bigate damenî řûy zeḧmete
sa xudaye to bikey karê ke bîhênête des
xwaneka bew řoje ew çawane wergêřî eto
gişt musułman wergeřên û dîn lebin bênê heres
sabîrîPen name řoj û şewî xoşî le ’umrî xoy nedî
bezmî řojî nałenał û eşkî çawî şewçeres
sabîrîPen name dunyaperestî û newcewanî tabekey?
ẍafłî ta kêwî ’umirit nagehan dênê heres