perêşanim be tîrî çawî xwênřêj

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  911 views
perêşanim be tîrî çawî xwênřêj
wekû ḧolî byabanim wiř û gêj
’îlacim nakirê derdim girane
be qur’an û ḧekîman û be řawêj
ezanî ba’îsî şewtaw û lerzim
be tatay zulf û çawanî gelawêj
heta umêdî manim bû nehatî
ke mirdim bêre ser qebran û bimnêj
be berzî qametî kûtahe destim
be řastî serwî qeddî talî’im lêj
nemamî qeddî to ba sewz û teř bê
le kanî çawî min parawe bînêj
bipirse sabîrîPen name çone le dûrît
perêşane mîsalî berxî lamêj