cebîn mînayî zêw gerdin huma xał mişkî tatarî

feryad (be munasebetî qetłi’amî řûsan le sabłaẍê)
From the Book:
Berhemekanî Mistefa Şewqî
By:
Mistefa Şewqî (1865-1932)
 2 minutes  695 views
cebîn mînayî zêw, gerdin huma, xał mişkî tatarî
şede şil, çaw be kil, řû sûre guł, teřřar û ’eyyarî
be bała serwî bustanî, letafet mi’czalsxaArabic
ke zarit ḧuqqeyî billur, didanit duřî şawarî
be lence û lareket wa dyare neş’ey to le kurdane
we’îlla çon debêtin pêkewe zułim û wefadarî
ke awî cogeley sabłaẍê neş’ey çawî mexmûrit
le mêrgołey sehend û kêwî lacanî befir bo ’alemê barî
temaşay çawî badamît û sebirim man’ alcim’Arabicn
şeřabî tałî ’îşq û emir fermûnit be huşyarî
cefayî nûrî dîdey min, leser dił gewre kêwêke
xuday şefqet were qurban, desa carê be ẍemxiwarî
were ta şerḧî eḧwałî diłî xomit le bo bêjim
were ta min be firmêskim bişom bot perdeyî tarî
’ilîm alleArabic le paş teşrîf û çûnî to le sabłaẍê
weten wêran û mał sûtaw de kîjî lawî xwên barî
denêw mêrgołekanda swêsnî zerd û hełałey sûr
le baẍ û baẍçekanda bulbulî şeyda û pasarî
be zułim û cewrî dujmin, bû beharyan zerde payîzêk
le bê řuḧmî û dił sextî be baryan bar le lêw barî
le aẍayan û eşraf û melayan kes nema ewřo
leser enqazî małyan xo dexwênê kund be bê’arî
lewey pêş min ke demgut ey birakan, ẍefłetû bes bê!
cefat fermû û te’net da ke şewqîPen name pûçe bazařî
ewê wextê eto mestî ẍurûr û ḧusin û anit bûy
eto şa û min cuwanêkî feqîr bûm řû be şeř şarî
le tîjîy agirî ’îşqî to zîhnim hênde mudrîk bû
ke ew eḧwałekanim yek be yek dîbû be bêdarî