hełsitawin cewananî weten dîsan be bê bakî

be munasebetî zîndûbûnewey hîwa
From the Book:
Berhemekanî Mistefa Şewqî
By:
Mistefa Şewqî (1865-1932)
 2 minutes  740 views
hełsitawin cewananî weten dîsan be bê bakî
le ḧesret derdî kone miłkî babyan, hatne çalakî
de dił ’ezim û le ser şorî cewanî hatû dexwazin
ke biřjênin leser xakî weten xwênîyan be ser pakî
biła têr’aw bibê bew xwêne sûre guł le mêrgołan
be şu’ley nûrî ummêdyan weten ba bête řûnakî
weten ey mułkî bapîrim! le boç ewřoke řûxawî?
le boç cê û meskenî weḧiş û tyûre xakekey pakî?
le boç ’ewladî to ye’nî biraza û mam û cîranim
bełê bapîre gewre û xuşk, pûr û bawke xo dakî
le jêr kabûsî cehil û kot be yexsîrî denałênin
serapa poşekî řeş, cilkî matem boç deber nakî?
le ẍurbet lawî kurdan bo nîgay wesłî to meḧzûnin
şew û řoj nasrewên bo şehdî şîrîn, jehrî tiryakî
leser şaxî biłînd û mêrgî şînî to biła řabin
be şorî dił bixiwênin bulbulan ewřo be ẍemnakî
wiłat û şarî me xoşe biła ḧeyfe ke wêrane
le bo çawî be firmêskî cewanan surmeye xakî
zimanî kurdî şîrîne û hewarî ême řengîne
biła çunke hemûman duşminîn zor se’be îdrakî
nîfaqî me gunahêkî ’ezîme, ca webałî wî
be gerdinî şêx û aẍa û mela û dest û mîswakî
lenêw destey cewananda le pêşda şewqîPen name wêstawe
be nûrî ḧubbî mewtîn diłfirûze hate řûnakî
le řêgay dewrî hîwaNamed-Entity ye’nî ummêd dest be dest degirin
be ’îlim û me’rîfet têr’aw biken ca xakekey pakî