şimşade eme ya qede ya serwî řewane

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1432 views
şimşade eme, ya qede, ya serwî řewane
ya ’er’ere ya nexlî miradî dił û cane!
daxo eme egrîceye pexşawe be serda
ya sunbule kirdûye seba zułfî be şane!
ahûy xutene cîlwe dekatin le xetada
ya çawî řeşî fîtnegerî surmekeşane!
dił hayme da’îm ke eme qetreye daxo
ya cuz’êkî bê cuz’e musemma be dehane!
em mey sîfetî xûn xore wa nawik û sûre
yaqûtî lebe, ya gułe, ya qûtî řewane!
nałandim û fermûy ke em awaze ḧezîne
ya meḧwîPen nameye, ya bulbulekey fesłî xezane