le řojê hełdira em kone xeymey tan û po şîne

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2519 views
le řojê hełdira em kone xeymey tan û po şîne
le sayeyda şerabî bezmî ’uşret girye coşîne
debînî cêyek emřo bezmî ’eyş û bade noşîne
sibeynê zû zemane wez’î gořîwe, le noşîne
le kê pirsim diłî bo piř le xwênî ḧesrete yaqût?
’ezapoşî çye û kêye, cilî pîroze bo şîne!
beharêkî ke daxo bê, neyê, hey bên û şînê keyn
felek her şîne, seḧra şîne, kêw û lêwî coşîne
witim: bo řût û pûtin ew kesaney ’aşiqî řûtin?
witî: şan û şikohî zînde dił her jende poşîne
sefay safî cwanî řoy û durdî pîrî hat
xumarê mawe bes emşew le badey bezmî doşîne
kuřî bê, ta ser em dayey zemane memkî kes nada
ke se’be şîrî şefqet meḧuyaPen name lem şêre doşîne