be xîlafî qiseket şukirî bika ta nwêjî

wełamî ḧemdî bo şukirî fezlî
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  612 views
be xîlafî qiseket şukirî bika ta nwêjî
bem hemû xwêne ke řiştî şitî ca desniwêjî
destî hewrazî nebû mesleḧetî wa zanî
ke bika ’eşqerî îqbalî dû çawî lêjî
’alemî naye kew û kotełekey girt û kutay
her be gêj řazî nebû kirdî be wała bêjî
dawî tezwîrî ke řistûye le dehra baqił
her zeman bûyetî dawî emelî hênd dirêjî
hemû kay konî be ba kird û giřî têberda
ke bika dûkełekey çawî felek kil řêjî
çawî lê sûr bû le kef lêwî ke piř bû dîcle
melewan hare lewêda qiseyî ger bêjî
ba wicûd daẍe le diłyaye witûye û eyłê
xake řo mawe xołî besme ewndey gêjî
barî ta êste nebirdote qeraẍ awayî
tirsî lêdanî nebûbê kerî qemçî çêjî
çiłî darî emelî ẍunçeyî xoşbo naka
ḧemdîPen name dinya emebê wek ewebê desnêjî