ke dinya bê beqa bê min le umêdî jyanim çî
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
975 views
ke dinya bê beqa bê min le umêdî jyanim çî
wicûdêkî nebê řoḧim le cîld û îstîxwanim çî
be bergî me’syet řazayewe nefsim dełêy bûke
ecel neqiłim deka taze le hênanî jinanim çî
nefes te’dadî sa’ey ’umir eka me’lûme meḧdûde
le tefrey xom û ewladî feqîr û natewanim çî
neman û manî ’alem tabî’î wextî mu’eyyen bê
be min çî mirdinî dujmin, le manî dostanim çî
felek ger bête serpoşî newaqîs zahîre hêşta
ke farîẍ bim le bê ’eqłî le poşanî ’eyanim çî
le seḧnî kułxena ’eyşim ke da’îm xaksarî bê
le basî çehçehey bulbul le bezmî gułistanim çî
wefatî kird wefa boye ḧeya terkî ḧeyatî kird
beçî dił xoş bikem fermû le meftûnî zemanim çî
dewamî negbet îstîẍna debexşê ’eynî wek dewłet
çi bakim qehrî sułtane le lutfî xusrewanim çî
ke gułzarî emel wişke nebarê ba îtir baran
beharêkim nebê ḧemdîPen name le řûzerdî xezanim çî