dił le dinya derçû dinya xo le dił her derneçû
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
862 views
dił le dinya derçû dinya xo le dił her derneçû
çare derçûne heta ’îziz û şeref zyatir neçû
agirî girt kulbekem emşew be pirşingî fîraq
to le diłma bûy le tirsa řoḧekem bo derneçû
zorî wit wa’îz be çawî to beçey peymanegêř
gwêm nedayê qet diłim bo saqîy û kewser neçû
her beser tîẍî biroya destî hełêna kuştimî
ḧeqyetî şahîd witûye destî bo xencer neçû
bo temaşay kuştinî şeydabwanî şem’ û guł
bulbul û perwane çûn û dił leber dilber neçû
her wekû neşter demarî diłmî derhêna mujet
çû be cergî awêneşda her wekû neşter neçû
dilberim te’ney le leylada witî mecnûnî to
çote defter nawî wek ḧemdîPen name beser defter neçû