şehnişa ew gedayanen le textî damena gerdin
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
458 views
şehnişa ew gedayanen le textî damena gerdin
ke çûne ’alemî bała dekewne ’erşî sergerdin
hewaxwahî serîr û tace herkes wek minî şeyda
wekû pûş û pełaşî řûyî derya wêł û sergerdin
be badim da le řû sûrî bitana xermenî ’umirim
negeyme peřřekahî ew gedayaney ke řû zerdin
be nûrî mey le meyxane řefîqan xo bisûtênin
wekû perwane şem’î bezmî řendan bin eger merdin
ke sabît bû le’il nutfey xułasey sengî xaraye
çi yaraye îtir şekwey le’liřûyan ke dił berdin
çiraxanî şewî şewnim le řûy gułda fereḧ bexşe
be yadî bulbul û perwane elḧeq herdû hemferdin
le diłma ’eşqî nûrî řûmetit wa germe ḧeyranim
be basî min ’ereq naken ewaney xesim û dił serdin
ke şay’ bû depirsî ḧał û wextî derdedaranit
hemû tûşî werem bûn ew bexîlaney ke bê derdin
le textî nerdî dinyada meke to tecrebey talî’
bihawin more ḧemdîPen name ba ewaney saḧbî nerdin