ẍeramafonekî destî zemanim nîme tawanim
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
484 views
ẍeramafonekî destî zemanim nîme tawanim
ke te’rîxî beşer muḧtace gwê bigrê le qawanim
serî mûyê le teswîrî mina nabê zyad û kem
diłe ’eynî fitoẍrafe wekû dûrbîne çawanim
le î’cazî nibuwet ferqî kirdarî zeman nakem
çî bînim beḧrî sawabê çî bête beḧrî sawanim
elerzim min le hajey zełim û lome û tanceřoy te’ne
le xîlqetda meger min darî bê beynî dû awanim
biçûk her karî gewre û gewre her karî biçûkî kird
xerîkî mebḧesî gewre û biçûkî wext û awanim
cîhan bê bak û erbabî cîhan bê hoş û bê perwa
meger mame xemem ḧemdîPen name ke wa ẍemxorî nadanim
#