wextî şefeq le ẍerbewe yarim ke kewte berq
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
468 views
wextî şefeq le ẍerbewe yarim ke kewte berq
’alem witî qyamete xor ẍerbî kird be şerq
guł we’deyî wîsałî be bulbul neda ewîş
naka beheşt le qe’rî cehennem bezeřře ferq
řûy berqîda le dûrewe min dîm wekû serab
lem beḧrî ’eşqeda wekû guher bûm ke ẍerq
bînaye kwêr û dadî fesaḧet deda ke lał
kafî nîye le nûrî muḧîbbet emende xerq
cil şîn û mil keçin ewî ehlî muḧîbbetin
ey aferem wenewşe ke nîte lîbasî zerq
ḧemdîPen name le narî fîrqetit ’aciz nîye feqet
dił mexzenî sera’îrî ’eşqe deçê be ḧerq