şebîhî zilf û xał û řûmete sefḧey micewher xet
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
1341 views
şebîhî zilf û xał û řûmete sefḧey micewher xet
nezîrî serwî qametîye be ře’nayî muşeccer xet
le ewweł dersima şiklî biro û bałayî yarim dî
le meşqî ’eşqîya nûsîm wek elf û bê be ’enber xet
meḧałe ew diłey daxil be ḧełqey zilfî bû berbê
be sîḧrêkî weha deyda le dewrey mîslî çenber xet
şewî fîrqet diłim agir ke degrê wek şemendûfer
ewî îşî be koyî yare bê ew wexte bo ser xet
biro fermûy biřo to ’aşiqî xomî metirse qet
eger perçem be dewretda bikêşê mîslî ejder xet
şikî têda nîye zilfî ke şerḧî nûrî řûmet ka
debê şerḧî munewwer bê debê bişbê munewwer xet
leber nûsînî wesfî ḧusnî řuxsarî nîgarim bû
ke sanî’ zeḧmetî kêşa heta hênaye defter xet
leser lewḧey cemala dersî ’eşqe cûte ebrotî
ke xettatî ezel nûsî be mîşkîn xameyî ser xet
zimanî xame mûy lêdê le basî zilfî canana
be des ḧemdîPen name nîye çibkem ke nanûsê qełem ger xet