ne ’eqiłim pê demînêt û ne demmînê zimanî ’erz

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  1230 views
ne ’eqiłim pê demînêt û ne demmînê zimanî ’erz
ke deybînim biłêm çî nîme yarayî beyanî ’erz
ełên barê be kaẍez şerḧî eḧwałit binûse boy
le sunnet çî bikem bo min becê nayê ke carê ferz
le dû xecłet bizane çende meḧzûze qena’etkar
le namerdan tełeb kirdin le mumsîk îrtîkabî qerz
le teqsîmatî enwara felek mang û xorî berkewt
xuda řûyî nîgarîşî ’eta fermû be kuřřey erz
xuda bo řoḧî ’alem qabîzî mexsûsî wek dana
ełêy me’mûre canane be ’eyyarî bika dił qebiz
dełê yarḧemdîPen name dîbû dewr û teslîmim ekird ey dił
heta lêwim ke dê řoḧ û hetaser ser ke defrî nebiz