ya řeb le destî ehlî tełeb key ḧeya xelas
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
500 views
ya řeb le destî ehlî tełeb key ḧeya xelas
ehlî ẍenî le ḧîrs û le ḧacet geda xelas
zahîd be bezmî badekeşan aşna biken
bełkû bibê feqîre le zuhdî řya xelas
min namewê wefa le sitemger cefa neka
herdû bibîn le basî cefa û wefa xelas
bakim nîye le nefis û le şeytanî le’netî
ger bim le basî kirdewey ehlî ’eba xelas
ey ser were le wadî ’eşqa bibe bepê
lem řêgeye muḧeqqeqe nabim be pa xelas
lerzî tebîbekem ke le derdî diłim geyşit
fermûy debî beçîlke desûtêy be ta xelas
tofan ke awî dîdeyê bû erzî kird xirap
ḧemdîPen name be sozî sîne bike to sema xelas