be řoj gîrawe şew binwařîne etrafî zilfî yar

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  498 views
be řoj gîrawe şew binwařîne etrafî zilfî yar
çilonî min binûsim ca îtir ewsafî zilfî yar
beser fewareyî mila şewqî wek awî zîndegî deřjê
xizir ba bête seyrî haje û ser tafî zilfî yar
xeyałim kird peşêwî ’umirim û şerḧî syeh bextîm
binûsim herwekû lewḧe le sefḧey safî zilfî yar
be qed řojî biřî dîbayî şew řengî felek zanî
ke bergî naskî řuxsarîye kêşbafî zilfî yar
le enzarî ’imûma her debê ’enber bisûtênim
dełên ew řû řeşe kirdûye îstîxfafî zilfî yar
xuda ser perçemî xa tûlî ’umrî min řezam emma
le kurtîdaye tûlî şewketî exlafî zilfî yar
be dił cêgey le řuxsara nedawe xistîye piştigwê
be diłme sed le cennet çatre e’rafî zilfî yar
semerqend û buxaray da be xałî hînduyê ḧafîz
minîş çîn û xetam bexşî be mîşkî nafî zilfî yar
memalîk ḧemdîPen name qet naka kîfayey des biławî ew
meger her qursî řû bigrê berî îsrafî zilfî yar