xeyałim kird le sozî fîrqetit şerḧê leser kaẍez
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
1442 views
xeyałim kird le sozî fîrqetit şerḧê leser kaẍez
binûsim agirî têçû qełem girtîşye ber kaẍez
meḧałe îstî’abî wesfî řojî řûmetî to ka
be carê yek tebeq bişbê felek asa eger kaẍez
le diłya em hemû ahî ḧezînem bê semer mabê
qisey mûy řîş û qessabe binêrim muxteser kaẍez
qisey ’aşiq eger gwarey cewahîr bê le gwêy naka
binûse ey muḧerrîr boy be adabî dîger kaẍez
ḧîkayey yek şewî fîrqet denûsim ’umrî nûḧim bê
eger beḧrî sya bête mirekeb setḧî beř kaẍez
be meḧzî tecrebe ḧemdîPen name qisey îranyanem kird
legeł basî diro axo bizanim dê beşeř kaẍez