her biřiştî zilfî yare darûyî bîmarî yar

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  474 views
her biřiştî zilfî yare darûyî bîmarî yar
her be mey dekirê dyare çareyî zehrî xumar
çarî derdî ’eşqî pê nekira filatûn û witî
têkełî xwêne muḧeqqeq řoḧe wa çote demar
ta beser řiştey xeyałîda nekem wek sebḧe daẍ
wek du’ay sofî meḧałe bête mîzanî jimar
mirdinî jîne, jyanî nef’e, hîcranî wîsał
her serî têda bext ken xełqe ger ’eşqe qumar
małî wêrane ewaney her xerîkî qeyserîn
ew kesane qeyserin małî turabîn ken ’emar
řebbî çend şîrînî lê dê lew deme guftarî tał
her wekû qendî mukeřřeř bû witî lazehre mar
bextî kê axo pijabê emrî dabê bîkujin
em řeqîbe ḧemdîPen name emřo hełqunî wek sûsemar