deka yeẍma bika canan legeł ferdî beşerda şeř
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
498 views
deka yeẍma bika canan legeł ferdî beşerda şeř
le dił şewq û le dem zewq û le mil tewq û le efser ser
be nîwe pêkenînê zilfî lada řûmetî derxist
ne tengî ma diłî ẍunçe, ne guł řeng û ne ’enber ber
le eşkî girye me’yûsim zemanî sozî nałîne
ke aw nabê be agir bo diłî řeq bê wekû meřmer
beser koyî xerabata eger ’enqa bika perwaz
milî neşkê debê bałî biřêjê ba be şehpeř peř
henasey agirînim pûşî wek min her desûtênê
sirişkim ger neka xakim beser esbab û buster teř
didanî řewneqî dawe be mirwarî serî kułmî
le yaqûtî desênê xerc bisûtê mîslî exger ger
debê ehlî muḧîbbet derbeder bin ḧemdîPen name ta wextê
řeqîb lem texte nerdey ’alema neybê le şeşder der