ta demaẍim keylî ’etrî zilfî bû şew bom ekird

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  723 views
ta demaẍim keylî ’etrî zilfî bû şew bom ekird
wamdezanî pûşî wişke boy gułî şewbom ekird
dozexî sûtawî hîcrane ke dîm cennet bexew
bew gułane meşqî şewqî řûyî wek pişkom ekird
xo beraber taqî ke’be min neçûbûme řikû’
kesrî bû cebrî be qewsî qalbî ebrom ekird
bê ḧizûrî şem’ eger perwane sûta ’aşiqe
min çiraxanî şewî hîcirim le şewqî xom ekird
her ezel řojî wicûdit bergî ’arî dařnî
werne lew řengîn ḧerîrî subḧe tanupom ekird
ferze sware û pyade ey řux kiş biken êste le şa
mate bû xo min be oyn ’erzî çawî tom ekird
mêzerî dana ser û pêy bo nebû zahîd emin
ferqî ferqî her be go parey mil û estom ekird
yar leser xo hat û leserxo çû ke guł ey ’endelîb
agirt bo girtibû witim û witî bosom ekird
ger xewî şîrîn le çawî min deçû wek kohken
ḧemdîPen name berdî jêr serim nek bêstûn akom ekird