le ab û řengî řût bulbul ke qetrey bo guławî bird
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
422 views
le ab û řengî řût bulbul ke qetrey bo guławî bird
ḧeyay ew dûdmane gewreyey ẍunçe û guławî bird
le bezmî xełweta emşew çi berq cîlweyêkî da
xuda ḧîfzî bika ew şewçiraẍe awî çawî bird
be carê bûne seg em be’ze xełqe min serim suř ma
meger ew ahuyî weḧşî nîgahe nawî řawî bird
witim yaran minîş elḧemdulîlla geyme řutbey xom
ke destî bo dû zilfî wek tenafî hełxirawî bird
le meslex her piłupûşê ke bû wek şaxî mercane
le xwênî ehlî dił eşya hemû feyzî tewawî bird
hemû endamî guł gwêye le řojêkî ke ew şoxe
le gułşen her wekû ẍunçe demî pişkût û nawî bird
diringey lêwe dê ḧemdîPen name řegî dił wek telî tenbûr
be qanûnî tereb kê nawî ’ûdî zilfî xawî bird