swêndî diro be bexte le texte qumarî nerd
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
690 views
swêndî diro be bexte le texte qumarî nerd
werne gułî demê bû le cêy xoy debû be berd
xo ger diro şe’ametî bibwaye her qedîm
her daweşa bû em hemû xełqe debûne gerd
yaxud dûřûyî zeřře eger xełqî sûk dekird
gerdê bwaye gerdî kesêkî nedîbû ferd
bo kwê biçim xuda quřî kwê kem beser sera
jin pyawetî deka be esef boye mird merd
nexşawe zerd û sûre le zahîr mefkire to
wek zerdewałe piriskî zehrêke sûr û zerd
çarem nema dîsanewe terkî weten dekem
pêm çatre le me’mûreyî em new’e çol û herd
dił germe ḧemdîPen name fênkî pê lazme biłê
her ahî serde zû ke derînê demarî derd