her nebûmaye be derdî ’eşqî yarî mubtela

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  775 views
her nebûmaye be derdî ’eşqî yarî mubtela
ca debûm qîrusya řojê dûçarî sed beła
zahîd û min bangî emşewman ke yek kewt seyrê bû
min fîẍanî elwîsałim, ew telaşî essela
wa dezanim hatuwe ew we’de bêt û bimkujê
her wekû seg em řeqîbe boye kewte ḧelwela
bes biřêje xwênî naḧeq ey řeqîb lem berdere
koyî yare qet buwe bikirête deştî kerbela
ey řeqîb bo çarî derdim îḧtyacim kewte to
êste her gawir enûsê nuşte bo şêx û mela
qet le basî ’eşqewe ḧemdîPen name le dił te’ne mede
řoḧe em tewqey le mil kird řojekey qalubela