be saqî biłên mujde bê newbehar

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 3 minutes  1118 views
be saqî biłên mujde bê newbehar
demî da le lêwî xetî cwêbar
heł’equłêt û depjê le çeşme û le berd
çî awî wek ełmasî xałî le gerd
xeraman le dewrî gułistan çinar
xerîkin deken meşqî bałay yar
çiłî guł be pence îşarey çiro
deka ẍunçe derdî diłî besmen bo
leser ’arzî guł řeyaḧînî řeş
be damen deka ateşî ẍunçe geş
qedeḧ ’etir degêřê be camî seḧer
be bo kewtuwe nafî ahûyî beř
le řîzî zumřiřud kira ferşî baẍ
piřî şewnime lale wek şewçiraẍ
hewa mîşkibar û hewr duř nîsar
zemîn layê xazîn le layê ’etar
ke guł swarî çił bû hełî girte ẍar
xezan tîpî têkda xizaye meẍar
le gêj û xul û îhtîzazî hewa
le mosîqe dane dirext yek hewa
seru çepłeřêzan deken ten be ten
teẍennum deken bulbulanî çemen
nesîmî seḧer řast exwênê seba
le şorî huzaran hezar merḧeba
le ewcî biłindî seday duřřac
be estûn felek bûyetî îḧtyac
be tertîb û adabî nesrîn û guł
ḧerîfan denên dem le dem dest le mil
le yaranî dêrîn řefîqanî nwê
piře ser zemîn guł be guł cwê be cwê
be şîddet deken meclîsî întîzar
be zay’ neçê şewketî newbehar
zeman boye arayşî da zemîn
ke yaran le mewla be şadî bijîn
were saqîya toş be ḧeqî şerab
be meyxaneyî erzî eqdes turab
be ewcî meqamî mu’ellayî pîr
ke ew cîlwe bexşe û ke ew destigîr
be feřřaşî dergahî pîrî muẍan
ke bo payî bosî qemer deydiwan
dexîle milî megre hełnagrê
suraḧî ezîyet sehil nadrê
be awî museffa dem û çawî cam
bişo yadgarî ceme û nabekam
derêne û piřî ke û bide dem be dem
xum û şîşe û camî dem cem be cem
le çî çend û çilon û le key ta bekey
be tûlî zeman da’îma řetlî mey
çi mey ateşîn řeng û ateş mîzac
ke şa ser be neş’e bida nek be tac
çi mey wek birûskey hewa tund û saf
le dem tezkîyey ka heta ḧeddî naf
çi mey nûrî çawî dirextanî řez
diłî cur’e noşanî piř ka le lerz
çi mey zahîren xwênî cergî ’eqîq
be batîn şu’a’êkî nûrî ḧeqîq
meyê bê muqetter le awî ḧeyat
ke bişwatewe şerḧî řesmî memat
xîlafî bika saqî řojî qyam
ḧeşir dê beserya îtir wesselam