nawî to nabem bedem bimbê le diłda ger tełeb

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  2429 views
nawî to nabem bedem bimbê le diłda ger tełeb
naskî to xwa nexwaste nek le ahim bigrî teb
řûy nîye esłen le řûta çawî hełbê xor eger
çawî hełbê gêj ebê wek bengî awêney ḧeleb
ẍeyrî ẍufran qet le dergahî xwaşt şit newê
qet le bazařî tełebda çunke nemdîwe edeb
îftîxarî pêşwane ger legeł fezła kira
werne teḧqîre ke bedxuyan biken basî neseb
îxtîsasêke serî fexirim geyşte asman
min le ’alem der deka deyka legeł ’alem tereb
herdû hemderdîn legeł gewher be yadî lêwî to
mewc le diłmana deda beḧrêkî xwên û tuşne leb
xom dezanim ’aqîbet ḧemdîPen name dexeyte baxełit
çunke řeng zerdî dewê me’lûme coyayî zeheb