ew seru qedde serkeş û min xaksar û pest

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  621 views
ew seru qedde serkeş û min xaksar û pest
çibkem xuda ke damenî carê bigirme dest
piř eşkî giryeye qedeḧî mey le ḧesreta
lew wextewe ke dîdetî dîwe xumar û mest
tîrukewanî destî qezaye muje û birot
çaw hełbiře bizane le destî kesê xelest
nasîḧ le basî ’eşqewe te’ne le min mede
em tewqe řoḧe girtîye mil řojekey elest
serbeste bo řijanî xwên û şikanî dił
nekirawe dilberî be emende şikist û best
ey dîde întîzarî sirişkim de hîmmetê
emřo fîraqe xałîye ser bo quřêkî xest
ḧemdîPen name diłêkî çende xuda girtût heye
bê ’ar û bê te’emmûl û piř ’eşq û tênewîst