sewdayî serî zilfe be daym le serimda
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
942 views
sewdayî serî zilfe be daym le serimda
îmkanî nîye qet’î xeyałe le serimda
ew tîre ke hawîtîye dił řaste serî kird
binwaře çi derdêkî be bendî cigerimda
ew xałe řeşe ta nebuwe taneyî çawim
řûnakî nebû zeřře le nuqtey beserimda
sed xozge dehatîte temaşayî řeqîbit
dwênê ke petim kird û legeł seg beşeřimda
dîwarî gułistan qefesî bulbulî zare
ew qapîye cême çi ḧepis bim çi berimda
wek hatne dinyayî eger çûne qyamet
êreş seqere bes be sefer derdî serimda
ew çawe esił bîne ke firmêskî xwêne
dinya guherêke le derîçey nezerimda
wa’îz ke cewazî meyîda barî giranî
hełgirt ḧeqe ḧemdîPen name ke kirê barî zeřimda