dîde bo meẍşûşe lêłayî beserda hatewe

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  482 views
dîde bo meẍşûşe lêłayî beserda hatewe
hîcrete teşrîfî dûbare le derda hatewe
meclîsî ulfet ke germî mestî neş’ey bade bû
her wekû matem le ẍem perdey beserda hatewe
des legerdinkirdinî zilifit çi şîrîne xuda
sa letîkey cergî şane bew kemerda hatewe
to ke hełhatî xor awa bû le ’eksî řûmetit
şu’le efşanî be řuxsarî qemerda hatewe
tuxuda fermû be pêwe bêre banî dîdekem
ba tikey kem bê giłî zore beserda hatewe
çawî to xoş bê nemawe taze umêdî jyan
let letî diłme legeł xwênî cigerda hatewe
întîzarî qafłey ẍem bûm le řêwe bêtewe
ḧemdîPen name wa hîcrî mu’ebbed xo leberda hatewe