leser řuxsarî guł şaxî semen asaye ew zilfe

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  563 views
leser řuxsarî guł şaxî semen asaye ew zilfe
beser pişkowe herwek ’enberî saraye ew zilfe
leser qet derdeçê şewqî cinûn ger zeřře ’eqiłim bê
dezanim sîlsîley mecnûnekey leylaye ew zilfe
be cîlwe lem’e lem’e pirtew eřjênê le gerdinda
dełêy sebḧey şewe řojî cîhan araye ew zilfe
be pencey şane efşanî deka bo mirdinî ’aşiq
lîbasî te’zîyey zîbendî bałaye ew zilfe
seba hîmmet bifermû baweşênî peřřeyî guł ke
be řeyḧane ke deste besteyî mewlaye ew zilfe
gehê sermestî neş’ey saẍîrî yaqûtî lêwane
gehê zincîreyî saqî milî mînaye ew zilfe
gehê mesnednişînî řûmete hemřazî dû nêrgis
leber çawî bede geh ḧaylî sîmaye ew zilfe
kelamî tefreqe û fikirî perêşanî heye ḧemdîPen name
le me’nada dełêy eş’arî bê hemtaye ew zilfe