werin yaran ecel řehberme emşew

pênc xiştekî leser şî’rî kurdî
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  803 views
werin yaran ecel řehberme emşew
fîraqe ewwełî axirme emşew
xeyałî bezmekey qeyserme emşew
«seday semtûrî kellem germe emşew
çirîke û bangî dił bê şerme emşew»
tebî’et berze zahîr gerçî pestim
newey ew şêrekey řojî elestim
le bała bo beła piştên ebestim
«be nînok karî ferhad dê le destim
weha şahûle sînem nerme emşew»
şewî hîcre diłim zamar û meḧzûn
derûnim agirî berdaye gerdûn
nemawe řaḧet û ’eqił û sebir çûn
«le tenyayî be yadî řoḧî mecnûn
xeyałî geştî deşt û derme emşew»
leser ’eqił û le dił řaḧet ke derçin
îtir namînê ferqî jîn û mirdin
ḧeqî waye ke ’aşiq derbeder bin
«egerçî yar û yawer bûne dujmin
ẍemî bê yarî bû yawerme emşew»
řeqîb û naḧezit mesrûr xendan
řefîq û dostanit mat û ḧeyran
minîş sûtawe cergim bote biryan
«leser řûm zamî naxûn nexşî toy best
temay sin’atekey azerme emşew»
be kuştin ’aşiqanit kird serefraz
minit her hêştewe bo ’îşwe û naz
wekû kew xoy deka ḧemdîPen name fîdat baz
«serim şorî wîsałî kewte ser baz
dîsan kurdîPen name ke derdî serme emşew»