zemîn ařayşî xoydawe bote řûmetî diłber
bo xawen şiko melîk feysełî yekem
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
2 minutes
465 views
zemîn ařayşî xoydawe bote řûmetî diłber
be ahsitey hewa deyka demaẍî ’alemê mu’etter
gułałey ał û wała wa le dewrey bezmî ’alemda
le şewnim pyałeyan piř kirduwe wek saqîy kewser
sema her bo sema esbabî taqey şînî poşîwe
kewakîb bo nîsare hełdeřêjin şu’le wek gewher
wekû taqî zefer zînet dirawe kehkeşan emşew
le řeqsaye qemer herwa cirîwey dê wekû exter
çi şewqêke giřî berdaye xor agir debarênê
hewr çetrêkî hełdawe leser em erze bo sêber
le ḧîretda witim em ka’înate bo çî xoy gořî
be hawîn em zemîne çonî derkird sebze wek mûy ser
zemîn û asman kewtûne îstîrqabî tenwîrat
xela yekbare nûre nakirê ferqî munewwerter
teqey topî selam û dengî musîqa û dehoł yekkewt
wehamzanî sulêmanî ebête cennet û meḧşer
ke gwê egirim be carê hate hatî kewte em xełqe
ke hat çî tacdarê berq eda cebhey mîsalî xwer
witim kêye eme em ḧîşmete lem ḧeşreda wityan
eme şahî ’îraqe û eşrefî ewladî pêẍember
melîk zatî celîl û eqdesî feyseł ke me’qûle
be şîrîn ’ebdî bê xesrew bibête nokerî qeyser
şehenşahêke eywanî beraber taqî keywane
cîhandarêke dergahî beser beḧir û beřa nazîr
beser ’erşî ’îraqa her bimênê sayeyî ’edlî
huma asa leser serman xudaye řagrê şehpeř
melîk wa ’alîm û ’adîl be mecmû’î xesa’îl bê
fexir nabê be zatî ew neka tac û neka efser
le ewsafî celalet řamede ḧemdîPen name qełem çunke
be tûle otomobêlî xeyałit nek bibê pençer