wefa pêwendî kirdûm û muḧîbbet kot û zincîrim

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  561 views
wefa pêwendî kirdûm û muḧîbbet kot û zincîrim
wegerne dest û pê her baqîye me’lûme tedbîrim
be destî to be kuştin çim řezam ey nazenîn dilber
be tensîbî řeqîbanit nekey bew şerte tekdîrim
le dîwanî cemała ḧaşyey zilifit mutala kem
be îmanêkî kamîl gwêt egirt ewsa le teqrîrim
xuda bimkate qurbanî şu’a’î řûmetit ey meh
ke řojit dête ser qapî dełê muḧtacî tenwîrim
be seyyadî le parêzî mina bû turkî tîrendaz
be çûnim pêkenî fermûy ecel hênaye ber tîrim
be dara kirdinî mensûr eger ḧeq bû leser ḧeq bû
eger naḧeq biłêm ḧeqme bibûrin sa le teqsîrim
le sayey ’eşqewe geyye meqamê zu’fî min ḧemdîPen name
le bazařî degêřn wek nimûne lewḧî teswîrim