be her lada ke enwařî dirêje bo řica destî

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  1793 views
be her lada ke enwařî dirêje bo řica destî
yedî beyzayî mûsaye ke derbê bo ’eta destî
be mahî nexşeb û bałî humayî dewłetî danî
le her layê ke yek řûyî bibê ya bê řya destî
leser ’erzî muḧîbbet ger ḧikumet dabnê řesmî
kesê şeqqulqemer naka berê bo merḧeba destî
be qanûnî tebî’et êste baqił mîslî destî diz
le binda eybiřn gîra le bazařî wefa destî
sedayî elqubûlim hate gwê lem asmanane
le mîḧrabî biroy toda ke birdim bo du’a destî
neřêjî ta zeman xwênî hezaran ’aşiqî şeyda
çilon pêyî ḧenayî ka bika enguşt numa destî
le tofanî bełada çende bê bakin xerabatî
ełêy em fîrqeye îrsen heyane bo şina destî
xelel nada be quwey ehlî hîmmet zu’if û řeng zerdî
ke kahî řadekêşê nîşye xo kareba destî
çi perwame řeqîbanit eger fîr’ewn û hamanin
kelîme ’aşiqî pîrit ke naye ser ’esa destî
le nûrî mey ke camêkî bilûrîn piř eka saqî
ełêy dênête der řojê le metłe’ wek çira destî
le yexxey şew ke ser dênête der em mahî tabane
ełêy canane derdênê le gîrfanî kewa destî
heta key ḧemdîPen name bo şewket le eḧwałî zeman dedwê
ke wextî řoyîne hełmet bere bo aşna destî
çi emřo bê çi sibḧeynê çi to çî kafeyî mexlûq
le wadî meḧşera wêłn heta ew derdexa destî
kewaye firsete lem metłe’e wek parsay pars
serit derbêne bo ’erzî temenna bo sena destî