xuda dû gwêy be to dawe û zimanê

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  530 views
xuda dû gwêy be to dawe û zimanê
dû bibyê yek biłê siryey zimanê
dû meclîs bo îdarey yek wicûde
çep û řastî ewê zanî dezanê
eger neykey be řaste û çepî etfal
qerarî çep debê řastit nezanê
fesade dił ře’îs nebwaye deykird
mecalîs lem wicûde xoş geřanê
cîhan wa çû wehaye wa debê bê
ne ser bê pê, ne pê bê ser diřanê