le mewcî beḧrî fîkiretda piłupûşane gerdanim

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  1198 views
le mewcî beḧrî fîkiretda piłupûşane gerdanim
le ewcî nûrî weḧdetda mîsalî zeřře ḧeyranim
dełêm beḧsî nekem ’eqłî kulî têda ke kuł bûbê
le bazařî kemałim çî le neqid û cins ke nuqsanim
ciger sûtawim û tuşney nimawî řeḧmetim deşłêm
be ahî serdewe xakî beserdakem be damanim
bîrunî da’îrey derke le afaqî fehim xarîc
çîye û çone û çi new’êkî bikem te’rîfî nazanim
ke mexlûqî nîgahêkî becarê ka’înatî bê
le ’eqłêkda çilon wesfî eguncê małî wêranim
lîqayek cumle ecramî semawî zeřřeyêkî bê
eger wesfî bikem elbet be wîs’et asmananim
be emrêkî buwe neşbê be emrêkî ke mewcûdat
de beḧsî qudretî wa nakirê ḧeqme ke netwanim
zyayî cîlweyêkî agirî berdaye kêwî tûr
be beḧsî kilke tûrêkim ke min me’lûme biryanim
mela’îk tênegey bê enbîya bew daxewe çûbê
beyanî ew şikohe qabîle bîgirme serşanim
ne řoḧanî ne cîsmanî be kunhî zatya zatî
nebûbê kes bika xakim beser min çîm ke însanim
ke bême ser sîfatî bê nyazî dête go xame
qełem nîm min dełê sefḧe minîş key ’erşî řeḧmanim
semî’ê bê ke bibyê dengî xişpey mar û mêrûle
le şerḧîda keř û lałim eger suḧban û luqmanim
’elîmî kullî şey’ê nuqteyî pergarî ’îlmî bê
diłopêke beyanatim eger xo beḧrî ’îlmanim
besîrî řojî ewweł kirdewey axir şewî dîbê
çilon wesfî denûsê bom eger bînayî çawanim
xebîrê bê xeberdarî xeyałî fasdî dił bê
ziman deşkê le wesfîda ewendey tozê bizwanim
xudayê saḧbî em ’edil û dadey řojî meḧşer bê
beḧeşrî wesfî ew wa min çî yarame ke biřwanim
ke nawî lerz le dił dênê piřîşkî qehrîye dozex
beser beḧsî sîrata ger biçim bê şik deçê canim
fesubḧane le xellaqê beheşt yek şemme lutfê bê
bebasî ẍunçe bû pişkût diłim wa gułim û xendanim
wekû řojê ke gîrabê be řeş lem metłe’e ḧemdîPen name
serit derbêne ba ’alem bizanê çend perêşanim