min fexir ekem ke kurdim û kurdî zubanme

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  522 views
min fexir ekem ke kurdim û kurdî zubanme
em şax û kêwe diłkeşe wa nîştimane
em xake pake cêgeme her zeřřeyekî ew
xał û biro û serî şehî zend û bebanme
em xake tûtya sîfete pakeye ke wa
dermanî çawî piř gił û piř derd û janme
min fexir ekem ke şa’îr û řend û qelenderim
şî’re ke tac û necme û řûtbe winîşanme
ustadî şî’irim û nîye tirsim le řexnegir
ba bête řû ewey be temay îmtîḧanme
şî’irim řewan û řaste wekû bejnî dilberim
ew dilberey ke řoḧ û dił û cerg û gyanme
ew dilberey ke nîwe nîgay çawî saḧîrî
mayey ḧeyat û xoşî û şadîy jyanme
ew diłberey ke lêwî ebexşê be min ḧeyat
kafir nebim ełêm: ewe ’îsaNamed-Entityy zemanme
ew dilberey ke wa demî gewherfişanekey
nuqił û nebat û şekker û gułxende danme
lade kemalîPen name bêrewe ser basî nîştiman
em nîştimane dilberî piř ḧusin û anme
em nîştimane cwaneye wa wirde berdî ew
yaqût û duř û gewher û ełmasî kanme