leber pîrî ser û destim elerzê to temaşa ke
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
526 views
leber pîrî ser û destim elerzê to temaşa ke
felek pêkî şerabî nab edate destim êstake
hemû mestî ’ereq bûn xełkî caran seyr ekem emřo
be carê gêjî neş’ey beng û ya efyûn û tiryake
şitî seyrî weham lem beyneda dîwe ke bo ’îbret
be kêrî ker le piştî kîsełê bînûsmewe çake
dexîlim lafî ’eqił û me’irfet qet lê nedeyt aman
zemane ’aqił û dana kuje xot şêt û şeyda ke