serim şêwawî şêwey perçemî piř pêç û tatate

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  479 views
serim şêwawî şêwey perçemî piř pêç û tatate
ḧewasim tefreqey pêç û xemî zułfî çilîpate
wicûdim da’îme meḧwî xeyałî toye řoj û şew
serapam her wekû awêne sersamî serapate
beharan boye da’îm her tewafî nêrgize pîşem
ke çunke ew şebîhî dîdeyî mexmûr û şehlate
le naw baxa ke wextê seru ebînim boy ebem sucde
be berzî û serkeşî çunke şebîhî qeddî ře’nate
be yadî çawî mestî toye ey şoxî perî peyker
kemalîPen name wa hemîşe nîştecêy goşey xerabate