ewa cejne û hemû kes mestî ’eyşe û xoşîye û şayî

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  534 views
ewa cejne û hemû kes mestî ’eyşe û xoşîye û şayî
le mil yekdaye destyan bo usûłî gerdin azayî
be tenha yarekey bê řeḧmekey řû tirş û tałî min
hemîşe sił eka lêm her wekû ahûyî seḧrayî
eçim bo pasî ber dirganekey şew bang eka xełke
derî ken ew sege ba pîs neka derkim be xořayî
ewende mest û serxoşî şerabî maçî ew lêwem
le kewser dem meḧałe teř bikem ey şoxî beẍdayî
ke çawim la ’ezîze gyanekem bo dîdenîy toye
ke řûy toy pê nebînim namewê bo çîme bînayî
le baxa serû ’eř’eř ger bibînin bejin û bałay to
îtir naken ebed qet meşqî azadî û diłarayî
dexîlit bim zeman dana kuje, xot şêt û nadan ke
nedey hergîz kemalîPen name takû mawît lafî zanayî