serim ger berde bazî řêt nebê pêşêlî dujmin bê

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  320 views
serim ger berde bazî řêt nebê pêşêlî dujmin bê
diłim ger ferşî ber pêy to nebê ba encin encin bê
leber çawim eger yek leḧze win bê şikłî bałaket
xudaye dûr le řûy to herdû çawim sûjin ajin bê
eka êskî řizîwim desbecê zîndû le paş mergim
eger ew nazenîne satê bo ser gořekey min bê
eger řû derbixeyt lam řojî řûnake şewî tarîk
ke katê řût nebînim lam şewe ba řojî řoşin bê
legełma to ke destemlan û yekdił bît nîye bakim
řeqîbî bedřewişt ba her xerîkî ḧîle kirdin bêt
îradey xwaye hendê dîlî tatay perçeme û hendê
ebê her ’aşiqî pencey xenawî û qoł û bazin bê
ke qûtit da hemû yek leḧzeye tamî nîye ferqî
kemalîPen name ger piławî sedrî yaxo nanî herzin bê