sikała

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  2474 views
le semay berzî nawbangî ḧusna
taqe sitare!
nebûy le wizey dest kurtîy mina,
aşkira û dyare!
her leber ewe řûm lê wergêřay
yekem tesaduf
diłey ḧessas na, berdim pîşan day
bełam te’essuf:
wat zanî ke min musteẍnî û ẍeřřam
ḧerîstirbûy lêm
tê hełçûy be dem, îşaret, peyẍam
peymanit da pêm...!
heyhat! melî dił, xwêngermî şebab
tefrey asan bû,
kewte şwên qiset, fiřî be şîtab,
wêłî asman bû
keçî neyştihêşt bê leser sînet
binîşêtewe,
lat bird le řêgay heway meḧebbet
dûrit xistewe!
***
melî naw fezay namutenahîm!
diłî lawim řo!
manûy întîzar řêy we’dey wahîm:
nûrî çawim řo!