bo cwanî sereřê

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  2932 views
bo yek şew lay daye em dêye řêy wêłim
beyanî, řoj hełhat, swar ebim cêy dêłim
wek saway yekşewe ke dê paş nemanî
çoł ebê be yekcar le naw û nîşanî,
em dêye cê dêłim: bê nîşan, bê şwênpê,
ey perî! sił meke, la mede bo lařê!
ew nîga nîwkeçey ew çawe mestane!
şoř meke bo berpê, berz û geş biřwane!
pencey naz ber bide le çimkî mişkîy şerim,
derkewê lêwî ał, zułfî xaw, kułmî nerim,
sił meke le meylî be germî řwanînim,
pyawêkim cwanîye qîblegay ayînim,
serincêk min eydem lew bejin û bałaye
le sîney pakewe bo cwanî tenyaye,
emewê ke derçûm lem dêye beyanî,
xatîrem hełgirê cwantirîn nîşanî!
çunkî ax! egerçî êwe min emrênin,
bełam to, xot û dêt lay min her emênin,
toyş legeł her cwanêk ebînim ta emirim,
ebîte mirwarî bo milwênkey şî’irim!