bestey diłdar

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  2891 views
le jêr asmanî şîna,
le pał lûtkey befrîna,
kurdistanLocation geřam,
doławdoł pêwam,
***
ne le şar û ne le dê:
nemdî kes
wek to cwan bê!
toyt û bes
kiçekurdêk dił pêy şad bê,
wek firîşte û perîzad bê!
***
ne barîkî, ne goştin,
ne kiçołey, ne şajin,
ne zor çawřeşî
ne êcgar geşî
bełam be nîgay şîrîn:
nemdî kes
wek to betîn
toyt û bes!
lêt bê bizey mangeşewî!
bejin řêk û řewtî kewî!
***
lew řojewe tom dîwe
’eşqêk le dił çespîwe!
satê dûr bî lêm,
giř ber ebê têm!
ke dest le yexet gîr nabê!
lelay kes
dił jîr nabê,
toyt û bes
penay hîwa û xewbînînim,
awatî gyanî şîrînim!
***
ewsa ke tom nedîbû,
jînim tałî û tirşî bû,
bê şadî û aram,
bê hîwa û nakam,
ejyam: jînî serserî,
nembû kes
bo řaberî,
toyt û bes
řêgay hîwa nîşanderim,
sextîy jyan asankerim!
***
ey gewre kiçî zewusPerson!
xuşke cwanekey vênûsPerson!
to eperistim,
boye wa mestim!
bo ayînim egeřê
hendê kes,
ba cař bidrê:
toyt û bes
qîbley ayîn û baweřim,
xway beheştî diłî teřim!
***
wek sereřoy şwên amanc,
ne zaza ma ne kirmanc
geřam kurdistanLocation,
germyan û kwêstan:
ne le şar û ne le dê,
nemdî kes
wek to cwan bê,
toyt û bes
kiçe kurdêk wek guł wa bê,
kurdistanî pê awa bê!