xozgem be par

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  3891 views
biłên be yar, biłên be yar, yarî nazdar,
sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
xozgem be par!
xozgem be sałî řaburdû,
’umrî kurtî diłdarîm bû,
le piř hat û le nakaw çû...
yek: piř le dinya arezû,
deryayek tase... eme dû,
cê mabûm le parî mirdû!biłên be yar, biłên be yar, yarî nazdar,
sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
xozgem be par!
řoj nebû çawim be dîdar
şad nebê, nesrewê azar,
řoj nebû yar be lence û lar,
çeşnî askî herdey behar,
be berdemma neka guzar,
nempêkê nîwnîgay xumar!biłên be yar, biłên be yar, yarî nazdar,
sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
xozgem be par!
her řoje ’îşweyek, nazê,
her xełwete çeşne řazê,
lew twanc, le min nyazê!
bo maçê, nuqurçê, gazê,
her bezme dengê, awazê,
be çaw bînînî diłxiwazêbiłên be yar, biłên be yar, yarî nazdar,
sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
xozgem be par!
biłên be yar bê nawçawê
dîman le taw dûrî, tawê
eyřişt le firmêsk lafawê
axî heł’ekêşa tawê
be yadî bała lawlawê,
çawřeşê, egrîce xawê!biłên be yar, biłên be yar, yarî nazdar,
sed hezar car xozgem be par, minî hejar!
xozgem be par!
pirsîy kê? biłên damawê,
hêlaney dił lê şêwawê,
dwanze mang le yar biřawê,
dwanze mang bo yar giryawê,
be astem nûze tya mawê,
eyut: nawnîşanî nawê,
ezanê yar, xoy, kam hejar, řojî sedcar,
eka hawar: xozgem be par! xozgem be par!