weten ey nîştimanî xoşewîstim bo çî damawî

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  462 views
weten ey nîştimanî xoşewîstim, bo çî damawî
wekû bergî dirextî payîzan boç zerd û jakawî
be wêney perçemî yarim çîye wa girj û şêwawî
meger nazanî to hêzî henaw û nûrî dû çawî
bese! ser hełbiře tû bî û xuda ey nîştimanî cwan
weten ey daykî zendNamed-Entity û bextyarNamed-Entity û kełhuřNamed-Entity û babanNamed-Entity
weten wa řołekanit pêgeyştûn şêrî meydanin
le dinya têgeyştûn, ehlî ’îlim û fenin û ’îrfanin
le řêy toda hemû yek yek fîdakarî dił û gyanin
ke to matî hemû matin, ke şadbî cumle şadanin
fîdat bim besye bes! ’aciz mebe ey nîştimanî cwan
weten ey daykî zend û bextyar û kełhuř û baban
emîn be řołekanit yek nefes ẍafił le to nabin
be ḧîle û mekirî şeytanzadekan hergîz xeřo nabin
be parey dujmin û bêgane fêrî hatuço nabin
wekû caran ebed wêłî qisey pûç û diro nabin
ekeyn qurbanî to daykî weten, yek def’e, mał û gyan
bijî ey daykî zend û bextyarî û kełhuř û baban